PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen li Şamê paketa destekê bo avakirina Sûriyê ragihand. Von der Leyen her weha behsa rûdanên li bajarê Helebê kir û behsa endîşa di şerê navbera Kurd û hukumeta Şamê de kir.
Ursula von der Leyen, di civîna çapemeniya li Şamê de got ku YEyê wê bo salên 2026 û 2027an desteka bi miqdarê 620 milyon Avro ku dike 722 milyon dolar veqetandiye.
Leyen, bi serokê konseya Ewrûpayê bi Antonio Costa re seredana Şamê kir û bi Ahmed Şara re diviya. Leyen got:
“Piştî di bin serpereştiya rejîma Esad de Sûriye ew çend herifî ser hev, bo avakirina Sûriyê pêdivî zêdeye û min îro bi çavên xwe vêya dît.”
Desteka YE bide Sûriyê, wê di sehayên alîkariya mirovî de, xwedana hev ya bilez û avakirina Sûriyê û bo dezgeyan e.
Li ser şerê navbera hukumeta Şamê û Kurdan Leyen got endîşe dide mirovan û got ku pêwiste diyaloga navbera her dû terefan bilez bimeşe.
Serokê komisyona Ewrûpayê xwest ku di têkiliyên bi Sûriyê re rûpelekî nûh vekin lê bawerî û lihevkirin wê wext jê re lazim be.
YEyê ji sala 2011an heya dawiya Esad 38 milyar dolar destekê daye Sûriyê û ev 722 milyon dolarî hiştiye piştî rejîma Beşar Esad.