PeyamaKurd – Ajansa Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) bilançoya 13 rojên xwepêşandanên li Rohilatê Kurdistanê û Îranê Kurdistanê eşkere kir.
Li gorî raporê, hejmara qurbaniyan gihîştiye 65 kesan ku di nav wan de 50 xwepêşander (7 zarok) û 15 çekdarên rejîmê hene. Hat ragihandim ku xwepêşandanên ku ji ber krîza aborî dest pê kiribûn, li 31 parêzgehan belav bûne û heta niha 2 hezar û 311 kes hatine binçavkirin.
Saziyên fermî yên rejîma Îranê derbarê qurbaniyan de hîn tu agahiyên fermî parve nekirine.