Tirkiye û Îngîltere peymanên bazirganiyê îmza kirin

Dîroka Weşanê :
Tirkiye û Îngîltere peymanên bazirganiyê îmza kirin

PeyamaKurd – Peymana hevnasîna di çarçova JETCO ya 8êm de, di civînê de hat îmzakirin ku 16 xalên wê peymanê hene. Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat ragihand ku dê peyman têkiliyên duqolî xwurt bike.

Peyman di seredana wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat ya Îngîltere ya Londrayê de ku bo tevlîbûna 8em civîna JETCOyê çûbû Îngîltere, hatin îmzakirin. Bolat li Londrayê bi wezîrê kar û bazirganiyê yê Îngîltere Peter Kyle re civiya. Bolat, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“… Di çarçova civîna protokola JETCO de, bo pêşdebirina hevkariya me, me peymana ji 16 xalan pêk tê, peymana Plana Tevgera JETCO îmza kir. Me gelek pêşdeçûnan kir… Hevdîtina bi berhemdar û îmzakirina peymanan wê hevkariya me pêşde bibe û em ê dahatûyekî baş ava bikin.

Me bi wezîr Kyle re, wekî dezgeyên sektora taybet yên Tirkiyê û şîrketên sîwan yên Îngîltere re civînekî baş kir. Potansiyela me ya kar ya gênc û rewşa erdnîgariya me, paketên teşwîqê, derfetên bazarkirina me, bo veberhênanan gelek girîng in… Di civînê de, di seha muteahidiyê de bo bi welatên sêyem re hevkariyê bikin, zebta hevkariyê hatiye îmzakirin, bi bazirganî û veberhênanan re, me karibû şiroveyên encamên wan bikin.”