Tirkiye ji bo HSDyê ji Rojavayê Firatê derxe di nav tevgerê de ye

Dîroka Weşanê :
Tirkiye ji bo HSDyê ji Rojavayê Firatê derxe di nav tevgerê de ye

PeyamaKurd – Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihandin ku Enqere ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û rêgirtina li koçberiya nû, geşedanên li qadê saet bi saet dişopîne. Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku ji bo vekişîna hêzên HSDê ber bi rojhilatê Firatê ve korîdoreke ewle hatîye vekirin û ji bo aramiyê agirbesteke yekalî hatiye ragihandin.

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bi fermana Serokkomar Erdogan ligel Sûriye û DYAyê di têkiliyê de ye da ku krîz bi rêyên aştiyane çareser bibe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurdên Sûriyeyê welatiyên wî welatî ne û parastina mafên wan di nav pêşîniyên Tirkiyeyê de cih digire.