PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyeke fermî de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir, piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderên Îranê nîşan da û bang li wan kir ku "protestoyên xwe berdewam bikin û dest deynin ser saziyên dewletê."
Trump hişyarî da û got ku divê navên kujer û îstismarkaran bên tomarkirin, ji ber ku ew ê "bihayekî giran bidin."
Serok Trump herwiha ragihand ku wî hemû hevdîtinên bi rayedarên Îranê re betal kirine heta ku kuştina bêwate ya xwepêşanderan neyê sekinandin.
Trump peyama xwe bi gotinên "Alîkarî di rê de ye" û dirûşma "MIGA" (Make Iran Great Again) bi dawî kir, ku ev yek wekî nîşaneya mudaxeleyekê an jî piştgiriyeke xurttir a Amerîkayê hate nirxandin.