Trump: Diziya li Minnesota ji 19 milyar dolarî zêdetir e

Dîroka Weşanê :
Trump: Diziya li Minnesota ji 19 milyar dolarî zêdetir e

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trumnp li ser gendeliya li eyaleta Minnesotayê ya diziyê û dalavereyê got ku dizî ji 19 milyar dolarî zêdetire û weha got:

“Hîlekar Îlhan Omer û hevalên wê yên ji Somaliyê hatine, ew kesên berbat, diviya niha di zîndanê de bûna û wêdetir jî diviya wan dagerandina Somaliyê.”

Trump, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Truth Social de kir. Trump got ku haya serokê berê Joe Biden ji vê diziyê heye û bo ber lê bigre ti karekî nekiriye.

Trump her weha got ku ev gendelî û dizî girêdana wê bi Somaliyê re heye. Trump di parvekirina xwe de bo parêzgerê Minnesotayê Waltz got ku di dîrokê de parêzgerê herî xerab yê hukumetê an yê herî bêkêr e. Trump got:

“Waltz, nikaribû gendeliya li eyaletê bişopîne û kesekî IQ ya wî herî kêm jî dikaribû bizaniya li Minnesotayê çi diqewime.”