PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Ukraynayê bi rêya dronên bombekirî êrîş biriye ser 2 platformên petrolê yên Rûsyayê yên li Deryaya Hazarê.
Rayedarekî Ajansa Ewlehiya Ukraynayê eşkere kir, li herêma Filanovsky û Korchagin a Deryaya Hazarê bi dronan êrîş birine ser platformên petrolê yên Rûsî.
Rayedarê Ukraynî îdia kir ku hilberîna petrolê li wan qadên rastî êrîşê hatine rawestiyaye.
Ukraynayê hefteya borî jî êrîşê cihên petrolê yên rûsî kiribû.