Wezareta Hundir a Iraqê: Nûçeyên derbarê pevçûnên li ser sînorê Sûriyeyê derew in

Dîroka Weşanê :
Wezareta Hundir a Iraqê: Nûçeyên derbarê pevçûnên li ser sînorê Sûriyeyê derew in

PeyamaKurd – Wezareta Karên Hundir a Iraqê bi daxuyaniyekê hemû ew îdia red kirin ku digotin li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê şer derketiye.

Tuxgeneral Miqdad Mîrî, Rêveberê Medya û Peywendiyên Giştî yê wezaretê, ragihand ku li ser sînor tu pevçûn an nakokî çênebûne û rewş bi temamî di bin kontrolê de ye.

Tuxgeneral Mîrî bal kişand ser vîdyoyên ku li ser medyaya civakî belav bûne û tê de gulebarana giran tê nîşandan; wî destnîşan kir ku ev dîmen "dezenformasyon" in û rastiyê nîşan nadin.

Karbidestên Iraqî tekez dikin ku nûçeyên derbarê şerê di navbera Heşda Şabî û komên çekdar ên Sûriyeyê de bêbingeh in û sînor bi temamî ewle ye.