PeyamaKurd – Wezareta Veguhestinê ya Iraqê ragihand ku balafirgehên li sê parêzgehan ji ber rewşa hewayê ya nebaş girtî ne.
Berdevkê Wezaretê Meysem Safi di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê, 11ê Kanûna Pêşîn a 2025an de derbarê balafirgehên Silêmanî, Bexda û Necefê de agahî da.
Berdevk Safi di axaftina xwe de ji INA re got, "Balafirgehên Bexda, Silêmanî û Necefê ji ber rewşa hewayê ya nebaş girtî ne."
Safi zêde kir ku tê payîn ku geştên hewayî di van balafirgehan de piştî nîvro ji nû ve dest pê bikin û trafîka hewayî li balafirgeha Besrayê berdewam dike.
Ji Yekşemê vir ve, barana dijwar bandor li gelek parêzgehan li Iraqê, bi taybetî Herêma Kurdistanê kiriye. Barana dijwar li gelek deveran bûye sedema lehiyê û pirek li Kerkukê hilweşiyaye.
Di heman demê de, Iraq yek ji welatên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûye tê hesibandin.