Xê alaya Îranê guhert: Alaya 'Şêr û Roj' vegeriya

Dîroka Weşanê :
Xê alaya Îranê guhert: Alaya 'Şêr û Roj' vegeriya

PeyamaKurd – Platforma medyaya civakî X (Twittera berê), di çarçoveya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de gaveke sembolîk a girîng avêt.

Bi fermana rêveberiya Elon Musk, emojiya alaya Îranê ya di guhertoya webê de hat guhertin. Li şûna alaya Komara Îslamî, ala kevin ya "Şêr û Roj" (beriya sala 1979an) hat danîn.

Rêveberê berheman yê li Xê, Nikita Bier, diyar kir ku ev guhertin li ser daxwaza bikarhêneran û wekî bersivekê ji bo geşedanên li Îranê pêk hatiye.

Ev gava dîjîtal di rojekê de hat ku bîlançoya xwepêşandanan gihîştiye 65 qurbaniyan û zêdetirî 2 hezar girtiyan.