Zêdetirî 600 berhemên dîrokî ji Muzexaneya Împeretoriya Brîtanyayê hatin dizîn

Dîroka Weşanê :
Zêdetirî 600 berhemên dîrokî ji Muzexaneya Împeretoriya Brîtanyayê hatin dizîn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Brîtanyayê ji arşîva Muzexaneya Brîstolê, zêdetirî 600 berhemên ji koleksîyona Împeratorîya Brîtanyayê û Yekîtîya Neteweyan (Commonwealth) hatine dizîn.

Hate eşkere kirin ku ji arşîva Muzexaneya Brîstolê berhemên xwedî nirxekî bilind ên çandî û girîng hatine dizîn.

Polîsê Brîtanî ragihand ku di dema dizîya 25ê Îlonê de, 4 diz ketine muzexaneyê û zêdetirî 600 berhemên ji koleksîyona Împeratorîya Brîtanyayê û Yekîtîya Neteweyan (Commonwealth) birine. Polîs li 4 dizên zilam digere ku dema direviyan bi kamerayên ewlehiyê hatine dîtin.

Polîs ji bo girtina dizan ji gel alîkarî xwest û lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Dedektîf Dan Burgan diyar kir ku piraniya berhemên hunerî yên dizî hatine bexşkirin û got, "Berhem beşek in ji koleksîyonekê ku ronahîyê dide beşek pir-tebeqe ya dîroka Brîtanî. Ligel lêkolîna kamerayên ewlehiyê, lêpirsîna edlî jî didome."