PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku ew xebata xwe li ser plana aştiyê didomînin û got, "Ev hefte dibe ku ji bo me hemûyan nûçeyên nû bîne, da ku xwînrijandin bi dawî bibe."
Zelenskyy di postek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku ew hewldanên xwe yên dijwar ji bo bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê didomînin.
Wî diyar kir ku îro wê bi aliyê Amerîkî re civînek li ser mijarên pêwîst ji bo pêşkeftina Ukraynayê û aboriya wê piştî şer were lidarxistin û got, "Divê her tişt ji bo Ukraynayê pêbawer û bi rûmet be."
Zelensky, nîşan da ku ew xebata xwe li ser plana aştiyê ya ku ji hêla Amerîkayê ve ji bo bidawîkirina şer hatiye pêşniyarkirin didomînin û diyar kir:
"Di heman demê de, em xebata xwe li ser 20 xalên belgeyeke bingehîn ku dikare parametreyên bidawîkirina şer diyar bike, temam dikin. Piştî xebata me ya hevbeş bi tîma Serok (Donald) Trump û hevalbendên me yên li Ewropayê re, em ê di demek nêzîk de belgeyê radestî Amerîkayê bikin."
Zelensky herwiha ragihand ku civîna "Hevpeymaniya Partiyên Amadekar", ku ji bo dabînkirina garantiyên ewlehiyê ji Ukraynayê re piştî şer hatiye damezrandin, wê sibê were lidarxistin û got, "Ev hefte dibe ku ji bo bidawîanîna xwînrijandinê ji bo me hemûyan nûçeyên nû bîne."