Arakçî: Stokên uranyomê di bin enqazê de mane

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî ragihand ku stokên wan ên uranyomê yên dewlemendkirî di bin enqaza tesîsên atomî yên hatine bombekirin de ne.
Arakçî diyar kir ku ji bo gihîştina wan materyalan, Saziya Enerjiya Atomî (AEA) nirxandinên xwe didomîne.
Hêjayî gotinê şe, ev daxuyanî di dema danûstandinên bi Ewropayê re û lihevkirina bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) re hate dayîn.
Arakçî herwiha anî ziman ku şertên Ewropayê yên derbarê mekanîzmaya "snapback" de ji bo ewlehiya neteweyî ya Îranê ne guncav in û ji ber vê yekê wan red kirine.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




