Demirtas SEGBIS, parêzeran jî hakimê dadgehê red kir!

Dîroka Weşanê :
Demirtas SEGBIS, parêzeran jî hakimê dadgehê red kir!

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji dozeke li Şirnexê dihat darizandin xwest derkeve pêşberî dadger û beşdarbûna bi SEGBÎSê (Platforma Dengî û Dîmenî) red kir. Herwiha parêzerên Demîrtaş jî xwestin heyeta dadgehê bên guhertin û reda hakim xwestin. 

Danişîna dadgehê ya Selahattin Demirtaş a li 44emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê ku Demirtaş bi hinceta dema Hevserokê Giştî yê BDPê bû 27ê Kanûna 2013an li Şirnexê beşdarî şahiyekê bûbû û axivîbû doz li wî hatibû vekirin, birêve çû. 

Dozgerê Komarî yê Şirnexê bi îdîaya Demîrtaş li dijî xala 2911an deketiye doz lê vekiribû.

Demîrtaş xwestibû derkeve pêşberî dadger, lê daxwaza wî nehatibû qebûlkirin û heyeta dadgehê xwest Demîrtaş bi SEGBÎSê beşdarî danişînê bibe.

Demîrtaş beşdariya bi SEGBİSê red kir û parêzerên Demîrtaş jî xwestin heyeta dadgehê bê guhertin û reda dadger xwestin. Heyeta dadgehê danişîn bo 7ê Cotmehê bipaş xist.