PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokê nû yê Parlamentoya Iraqê Hîbat Helbûsî û her du cîgirên wî Ednan Feyhan û Ferhad Etrûşî kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku ev serokatiya nû di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke çalak bilîze û li ser bingeha destûrê mafên gelê Kurdistanê biparêze.
Di dengdana parlamentoyê de, namzedê PDKyê Ferhad Etrûşî bi bidestxistina 178 dangan wekî Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê hatibû hilbijartin.