Îsrail wê zêdetirî ji 10 hezarî leşker deyne ser sînorê Urdinê

Îsrail wê zêdetirî ji 10 hezarî leşker deyne ser sînorê Urdinê

PeyamaKurd – Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir ragihand ku biryara bicîhkirina ji deh hezarî zêdetir leşkeran ji bo deynin ser sînrorê Urdinê tesdîq kirine û wê tumenekî be.

Li gor ragihandina xebera KANê; fermandarên artêşê bo avakirina yekîneyan planên xwe pêşkêş kirine. Planê ku ji aliyê cîgirê serokerkanê Îsraîlê Tamir Yadai de hatiye pêşkêşkirin bo serokerkan Zamir hatiye peşkeş kirin, ji aliyê Zamir de hatiye tesdîqkirin.

Li gor planê; wê tûgaya zirxî ya 500em ji nûh de ava bibe, wê tabûra 3em ya Golanê daîmî li Golanê bimîne û tumena nûh wê li ser sînorê Urdinê bicîh bikin. Wê li Golanê daîma 3 tabûr hebin ji ber li ser sînorê Sûriyê ye.

Li ser sînorê Urdinê ji bo ber li îhlalên sînor bigrin, wê tumen di nav 2 mehan de bê avakirin. Tumen wê ji 11 tabûran pêk were, ji deh hezarî zêdetir tê de leşker hebin û di nav wan de wê leşkerên Ultra-Ortodoks (Haredi) hebin.

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.