Li Brezîlyayayê di operasyona narkotîkê de bi dehan kes hatin kuştin

Li Brezîlyayayê di operasyona narkotîkê de bi dehan kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Di operasyoneke berfireh de ku roja Sêşemê, 28ê Cotmehê, li dijî rêxistina sûcdar a bi navê "Comando Vermelho" (Komandoya Sor) li taxên Complexos do Alemao û Penha yên li Rio de Janeiroya Brezîlyayê hate lidarxistin, li gorî agahiyên destpêkê nêzîkî 60 kes hatin kuştin. Operasyona bi navê "Contençao" (Pêşîlêgirtin) bi beşdariya 2 hezar û 500 polîsan pêk hat û weke yek ji operasyonên herî mezin di dîroka eyaletê de tê binavkirin.

Armanca operasyonê rawestandina berfirehbûna Komandoya Sor û girtina serokên wê bû.Di encama serdegirtinan de, ku bi piştgiriya 32 wesayîtên zirxî pêk hatin, pevçûnên dijwar derketin. Hat ragihandin ku di nav kuştiyan de herî kêm polîsek jî heye.

Di dema operasyonê de, yek ji serokên Komandoya Sor ê bi navê Thiago do Nascimento Mendes, ku bi nasnavê "Belao do Quitungo" tê naskirin, hate girtin. Lêbelê, yek ji hedefên sereke yê din ê bi navê Edgar Alves de Andrade, yanî "Doca", nehate desteserkirin û lêgerîna li pey wî didome. Herwiha, di operasyonê de nêzîkî 81 kes hatin girtin.

Waliyê Rio de Janeiro, Claudio Castro, ragihand ku operasyon bi armanca nîşandana hêza dewletê û têkoşîna li dijî sûcên organîze hatiye plankirin. Castro got, "Yên ku desthilatdariyê dikin dewlet e. Em ê bi awayekî xurt û hevgirtî tevbigerin." Wî herwiha destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê di dema ketina herêmê de rastî berxwedaneke çekdarî ya tund hatine.

Ev operasyon di demekê de tê ku pispor rexne li stratejiyên tund ên hêzên ewlehiyê digirin û dibêjin ku ev cure operasyonên kujer, li şûna ku pirsgirêkê çareser bikin, tundiyê kûrtir dikin û bandoreke neyînî li ser jiyana sivîlên li herêmê dihêlin.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.