Di navbera Iraq û Yunanistanê de geştên rasterast dest pê dikin
PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Yunanistanê Yorgos Gerapetritis, ragihand ku ji meha Kanûnê û pê de wê di navbera Atîna û Bexdayê de geştên rasterast ên asmanî bên destpêkirin.
Yorgos Gerapetritis bi serdaneke fermî li Bexdayê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Huên civiya.
Herdu wezîran piştî civînê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Gerapetritis da zanîn ku geştên rasterast ên di navbera Atîna û Bexdayê de wê ji meha Kanûnê pê ve bên destpêkirin. Gerapetritis anî ziman ku di warên wekî turîzm, çandinî, veberhênan û teknolojiyên rêveberiya avê de li ser pêşxistina hevkariya aborî li hev kirine û got ku xeta hewayî ya rasterast ku wê di navbera Atîna û Bexdayê de bê vekirin, wê bibe yekem xeta geşta rasterast a di navbera welatekî Ewropî û Iraqê de.
Wezîrê Derve yê Iraqê jî, diyar kir ku serdana Gerapetritis yekem serdana fermî ye ku wezîrekî derve yê Yunanistanê ji bo Iraqê pêk tîne. Fuad Husên destnîşan kir ew pêşwaziya ji nû ve destpêkirina geştên rasterast ên bo Bexdayê dike û ev yek wê girêdanên civakî yên di navbera herdu welatan de xurtir bike û danûstandina aborî û turîstîk jî zindî bike.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.