Li dijî baregeha leskerî ya Amerîkayê êrîs: Du teqîn li pey hev çûn...

Dîroka Weşanê :
Li dijî baregeha leskerî ya Amerîkayê êrîs: Du teqîn li pey hev çûn...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li baregeha hêzên ya Amerîka li welatê Somaliyê du teqîn li pey hev çûbûne ku yek ji teqînan yekser baregeha Amerîkayê kiriye armanc.

Li gorî zanyariyan, êrîşek li dijî baregeha leşkerên Amerîkî ya dorûbera balafirgeha Ballidogle ya Somaliyê hatiye kirin ku dengê du teqînên mezin hatiye bihîstin.

Radyoya Netewî ya Somaliyê ragihand, teqîn li baregeha leşkerî ya leşkerên Amerîkî ku hêzên taybet ên Somaliyê perwerde dikin rû dane û ew êrîşa ji aliyê rêxistina Eş Şebabê (Baskê El Qaîde) ve hatiye kirin hatiye pêpestkirin.

Hinek çavkanî jî dibêjin, komek milîtanên EşŞebabê bi çekan bi ser balafirgeha Ballidogleyê de girtine û hîn jî şer û pevçûn didomin.

Hat diyarkirin ku Amerîka balafirên bêmirov ji wê baregehê kordîne dike.