Malezya wê leşkeran bişîne Xezzeyê

Malezya wê leşkeran bişîne Xezzeyê

PeyamaKurd - Malezyayê diyar kir ew amade ye ku beşdarî mîsyoneke aştîparêziyê ya potansiyel a bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li Xezzeyê bibe.

Li gorî Bernama, Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm di derbarê hevdîtina xwe ya dualî de bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re di çarçoveya Lûtkeya 47emîn a Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de li Kuala Lumpur daxuyaniyek da.

Enwer diyar kir ku di hevdîtinê de, wî pabendbûna welatê xwe ya ji bo xurtkirina hevkariya bi NY re tekez kir û ku Malezya amade ye ku beşdarî mîsyoneke aştîparêziyê ya potansiyel a NY li Xezzeyê bibe, ligel welatên hevfikir, di nav de welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC).

Enwer got, "Malezyayê helwesta xwe ya bi biryar ji bo piştgiriya têkoşîna Filistînê dubare kir û helwesta domdar a NY û biryara Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê (ICJ) pêşwazî kir, ku piştrast kir ku astengkirina alîkariya mirovî ya rejîma Îsraîlê ji bo Xezzeyê qanûna navneteweyî binpê dike."

Enwer diyar kir ku di hevdîtinê de, wekî beşek ji serokatiya ASEAN a Malezyayê, mijarên têkildarî hêsankirina danûstandinên aştiyê di navbera Tayland û Kamboçyayê de û piştgirîkirina hewldanên diyalogê yên berfireh li Myanmarê jî hatine nîqaş kirin. Wî herwiha behsa hewldanên welatê xwe ji bo xurtkirina rojeva gerdûnî ya avhewayê kir.

Enver destnîşan kir, "Malezya wê hevkariya xwe ya nêzîk bi NY re bidomîne da ku ji bo armancên aştiya gerdûnî, edalet û pêşkeftina domdar piştgirî bike."

ASEAN ku di sala 1967an de li Bangkok, Taylandê hate damezrandin, Viyetnam, Tayland, Sîngapûr, Filîpîn, Myanmar, Malezya, Laos, Endonezya, Kamboçya û Brunei tîne cem hev. ASEAN armanc dike ku hevkariya navbera hikûmetan û dîplomasiya aborî pêş bixe.

ASEAN, bi Berhema Navxweyî ya Giştî (GDP) ku ji 3 trîlyon dolarî derbas dibe û nifûsa wê ji 650 mîlyonî zêdetir e, armanc dike ku hevkariya aborî û ewlehiyê ya herêmî pêş bixe.

Ev nivîs 8 car hatiye xwendin.