Peymana Brîtanya û Tirkiyeyê: 44 balafirên Eurofighter wê werin kirîn

Peymana Brîtanya û Tirkiyeyê: 44 balafirên Eurofighter wê werin kirîn

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer peymanek hevkariyê di navbera her du welatan de li ser balafira şer a Eurofighter Typhoon îmze kirin.

Piştî civîna xwe ya li Enqerê, Erdogan û Starmer peymanek hevkariyê ji bo balafirên şer ên Eurofighter Typhoon îmze kirin. Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler jî kirîna 44 balafirên Eurofighter ragihand.

Keir Starmer li ser vexwendina Recep Tayyip Erdogan hat Tirkiyeyê. Piştî hevdîtina yek-bi-yek û şîveke xebatê ya navbera heyetan li Kompleksa Serokkomariyê, her du serok li ber kamerayan rûniştin da ku peymanê îmze bikin.

Peyman hate ragihandin

Erdogan di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de piştî merasîma îmzekirinê got, "Em bi biryar in ku qebareya bazirganiya xwe bi Brîtanyayê re di destpêkê de bigihînin 30 milyar dolarî û dûv re jî bigihînin 40 milyar dolarî. Em bi biryar in ku têkiliyên aborî xurt bikin. Rêkeftinên bicîhanînê ji bo kirîna balafirên şer ên Eurofighter Typhoon di civînên navbera heyetan de hatin îmzekirin." Erdogan herwiha got, "Ez vê peymanê wekî nîşanek nû ya têkiliyên stratejîk ên di navbera me de wekî du hevalbendên nêzîk dibînim."

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.