PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, îro di daxuyaniyeke xwe de cara yekem Îsraîl wekî berpirsyarê êrîşên dawî yên ser binke û baregehên Heşda Şeibî li ser erda Iraqê tawanbar kir.
Adil Ebdulmehdî di hevpeyvîna televîzyona Aljazeera ya Qeterê de got ku lêkolînên di derbarê armanckirina hin binkeyên Heşda Şeibî, wê yekê nîşan didin ku Îsraîl ew êrîş pêk anîne.
Ebdulmehdî diyar kir: "Gelek nîşaneyên wê hene ku li herêmê ji bilî Îsraîlê ti kes şer naxwaze."
Di van demên dawî de, hejmarek êrîşên esmanî bi ser baregehên Heşda Şeibî de li Iraqê pêk hatin ku dihat texmînkirin Îsraîlê ew êrîş kirine, lê cara yekem bi awayekî fermî Serokwezîrê Iraqê Îsraîlê bi wan êrîşan tawanbar dike.