PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê Tifaqa Pêşverû ya li Almanyayê hatiye avakirin li civîna xwe ya Stockholm a Swêdê, Xelata 20109an a Wêrekiya Siyasî ya Taybet bide Selahattîn Demirtaş.
Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) 6 sal berê ji aliyê partî û komeleyên sosyal demokrat ve hatiye avakirin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê HDPê Hişyar Ozsoy ragihand ku dê Tifaqa Pêşverû 15ê Mijdarê di civîna xwe ya li Stockholmê de, xelatê bide Demirtaş.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber axaftin û xebatên xwe yên siyasî li hatiye girtin û hîn jî li Girtîgeha Edirne dimîne.