Trump: "Ez ê hewl bidim ku rageşiyên di navbera Pakistan û Afganistanê de pir zû çareser bibin"
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew ê hewl bide ku rageşiyên di navbera Pakistan û Afganistanê de pir zû çareser bibin.
Trump, ku li Kuala Lumpur, paytexta Malezyayê, di çarçoveya civîna 47emîn a Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de bû, têkiliyên di navbera her du welatan de nirxand.
Trump got, "Min bihîst ku Pakistan û Afganistanê (danûstandin) dest pê kirine. Lê ez ê piştrast bikim ku ew pir zû çareser bibin," û destnîşan kir ku rêberên Pakistanî "mirovên ecêb" in.