Barrot: Peymana HSD û Şamê mafê ewlehî û siyasî yên Kurdên Sûriyê garantî dike

Dîroka Weşanê :
Barrot: Peymana HSD û Şamê mafê ewlehî û siyasî yên Kurdên Sûriyê garantî dike

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Şamê bi hevtayê xwe yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re civiya û Ii ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Barrot diyar kir ku ew salek û çend roj piştî rûxîna rejîma tawanbar a Beşar Esed careke din li Şamê ye û li ser peymana ku 29ê Çileyê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin destnîşan kir ku ev “peyman mafên ewlehî û siyasî yên Kurdên Sûriyeyê garantî dike.”

Barrot da zanîn ku parastina girtîgehan û têkoşîna li dijî DAIŞê jî beşeke girîng a vê peymanê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê eşkere kir ku ew dê îro bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive û got: “Mezlûm Ebdî rêvebirê Kurdên Sûriyeyê ye û ew dê bi hev re li ser bicihanîna peymana 29ê Çileyê danûstandinan bikin.”

Jean-Noel Barrot di dawiyê de tekez kir ku Fransa di warê aborî û saziyan de piştgiriyê dide gelê Sûriyeyê da ku welatê xwe ji nû ve ava bikin.