Berdevkê heyeta muzakereyan yê Rojhilatê Bakûrê Sûriyê: Wê peymana 10ê Adarê di nêz de bicîh were

Dîroka Weşanê :
Berdevkê heyeta muzakereyan yê Rojhilatê Bakûrê Sûriyê: Wê peymana 10ê Adarê di nêz de bicîh were

PeyamaKurd – Berdevkê heyeta muzakereyan yê Rojhilatê Bakûrê Sûriyê Yaser Silêman ragihand ku wê peymana 10ê Adarê di nêz de bicîh were. Peyman wê desthilata Sûriyê xwurt bike.

Yaser Silêman got ku wê di bicîhanîna peymanê de Amerîka çavdêriyê bike. Silêman şiroveyên xwe di televizyona Sûriyê de kir û got çavdêriya DYAyê li ser daxwaza serokê Sûriyê Ahmed Şara dê bêkirin..

Silêman, li ser mijara enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê got ku wê dahata petrol û berhemên petrolê di berjewendiya xelkê Sûriyê de bên bikaranîn û di rêya dezgeyên dewletê de bimeşe.

Li ser mijara Tirkiyê jî Yaser Silêman got ku bo her dû terefan gelek mijar hene ku divê çareswer bibin û dê van pirsgirêkan di çareçoçva dewleta nûh ya Sûriyê de çareser bibin û herî kêm daxwaz ev e.