PeyamaKurd – Berdevkê heyeta muzakereyan yê Rojava Yaser Sulêman bo Rûdawê ragihandiye ku di hevdîtinên bi Şamê re pêşdeçûn hene. Suleymnan gotiye:
“Wê artêş yek be û deriyên sînoran bi hevparî dê bi rêve bibin. Muzakereyên bi Şamê re dimeşin ne di asta teorîk de ne û di asta bo lihevkirina dawî de ne. Dahatûya artêşê wê ji pêkhateyan be, deriyên sînor yên navbera Sûriyê û Tirkiyê û yên navbera Sûriyê û Iraqê wê hevpar bimeşin. Dahatên herêmê yên petrolê û çavkaniyên din wê di rêya dezgeyên siyasî de bo berjewendiyên Sûriyê bên serfkirin û me li ser wan lihev kiriye.”
Silêman ragihand ku wê rêvebiriya Şamê edemî merkeziyet be, yanî ji yek navendekî îdare nebin, rêvebiriyên xwe cîh wê bên xwurtkirin, wê şaredar û parêzgeran xelk bibjêre, dezgeyên wekî nûfûsê, tapo û yên weka wan wê li herêma otonom dest bi xebatê bikin.
Bo kontrola bicîhanîna peymanê bo garantoriyê Şara gotiye ku wê Amerîka bi artêşa xwe ve bimeşîne. Silêman got:
“Bo me girîng bû ku em heyetekî fermî bo bicîhanîna peymanê ava bikin. Em li serê dixebitin. Bo destpêkirina pêvajoyê û bo îmzakirina peymana dawiyê em dixebitin. General Mazlum Ebdî di foruma Tabkayê de got ku destekê didin heyeta muzakereyê û dosyayên ewlehiyê û ji aliyê Tirkiyê re têgihîştin heye yanî rê girtî nînin û vekirîne.”
Silêman ragihand ku hinek hêz hene dixwazin derbê li pêvajoyê bixin lê wê di dema pêşiya me de heyet here Şamê û hevdîtinan bike. Di mijara artêşê de wê heyetên leşkerî li hev kom bibin û biryaran bidin.
Eger li ser deriyên gumrikê lihevkirin bibe, wê xebatkar û mafên wan di rêya navendê de bên garantîkirin û di nêz de, dê encamên hevdîtina diyar bibin. Wê dezgeyên sînor taybetmendiyên xwe biparêzin.