PeyamaKurd – Bûyereke din a diltezîn li Rojhilatê Kurdistanê rû da, ku tê de welatiyê Kurd Mîlad Keremî yê 39 salî yê bavê du zarokan, li ser rêya Tîkabê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hate qetilkirin. Li gorî wêneyên ku gihîştine destê Saziya Mafê Mirov a Hengawê, gule rasterast li dilê Keremî ketiye.
Li gorî rapora Hengawê, bûyer roja Yekşemê, 16ê Mijdara 2025an, demjimêr 12:00ê nîvro qewimî. Otomobîla Mîlad Keremî, ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve hat hedefgirtin. Di encama vê êrîşê de, Keremî jiyana xwe ji dest da. Her wiha, welatiyekî din ê bi navê Muxtar Guderzî, yê ku di heman otomobîlê de bû, birîndar bû û piştre hat girtin.