PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 19ê Mijdarê roja Çarşemê li Dihokê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şanda pê re kir.
Hate ragihandin ku di civînê de tekezî li ser yekrêzî û çareserkirina pirsgirêka Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Baregeha Barzanî li ser civînê eşkere kir, di civînê de Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso û çend kesayetî û berpirsên din ên Rojavayê Kurdistanê jî amade bûn.

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da ku her du alî bi hev re beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS25) bûne û spasiya wan kir.
Di civînê de behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin û Serok Barzanî got: "Pêwîst e pirsgirêka Kurdan bi awayekî demokratîk û aştiyane di çarçoveya Sûriyeya nû de were çareserkirin. Divê şaşiyên berê werin çareserkirin û ducare nebin."
Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Kurd kir û got ku nabe mafên gelê Kurd werin binpêkirin.
Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî jî ji bo vexwendina wî ya Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Mezlûm Ebdî rola Serok Barzanî ya di hewlên nêzîkbûn û pêkanîna yekrêziya di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand.
Fermandarê HSDê herwiha spasiya piştgiriya Herêma Kurdistanê kir ku di çend salên borî de deriyên xwe ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê vekirine û rola Herêma Kurdistanê ya di têkbirina terorê de bi girîngî anî ziman.
Metirsiyên serhildana DAIŞê û piştgiriya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijarên din ên civînê bûn.