PeyamaKurd – Tîmên danûstandinê yên ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî aloziyên ku ji kampanyaya hilbijartinên Iraqê ve berdewam dikin, cara yekem civiyan.
Her çend di avakirina hikûmetê de tU pêşketinek girîng çênebû jî, alî li hev kirin ku "êrîşên" li dijî hev bi rêya medyayê rawestînin.
Endamê Polîtburoya PDKê Rizgar Hecî Heme piştî civînê axivî û civîn wekî ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi nav kir.
Zêdetirî 13 meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûn, lê hîn ne Serokatiya Parlamentoyê, gava yekem a rûniştina parlamentoyê, nehatiye hilbijartin, û ne jî kabîneya nû hatiye avakirin. Ev civîna di navbera rayedarên PDK û YNKê de, ku di siya vê rewşa bêçare de pêk hat, gava yekem a ber bi germbûna têkiliyên di navbera aliyan de bû.
"Divê YNK dev ji israra xwe ya '50-50' berde"
Di vê navberê de, PDKê rexneyên tund li daxwazên YNKê kir.
Serokê şaxa Silêmaniyê ya PDKê Arî Hersîn ji Rûdawê re axivî û rexne li têgihîştina hevpariyê ya ji aliyê PKKê ve kir.
Hersîn diyar kir, "Her têgehek xwedî pênaseyek e, lê YNK hevpariyê wekî 'nîv û nîv' (50-50) dibîne. Ger 50-50 be, ne hevparî ye, ew parvekirina pastayê ye; kesek din xwedî gotin nîne. Divê YNK dev ji vê israra 50-50 berde. Nexweşiyek çiqas zûtir were dermankirin, ewqas çêtir e."