PeyamaKurd – Fermandara YPJê Sarya Kocabey ya bi navê kod Berîtan Fûad jiyana xwe ji dest da. Fermandariya giştî ya Yekîneyên Jinên Bergiriyê (YPJ) bi nivîskî bûyera koça dawî ya Kocabey ragihand.
Kocabey demekî dirêje ku ji ber nexweşîna gurçikên xwe tedawî dibû û li Rojava li nexweşxaneyekî taybet di 20ê mehê de jiyana xwe ji dest daye.
Kocabey, di sala 2012an de derbasî Rojava bûye û ketiye nav refên YPJê.