Hêzên Îranê 2 çalakvanên hawirdoriyê li bajarê Sanandajê girtin

Dîroka Weşanê :
Hêzên Îranê 2 çalakvanên hawirdoriyê li bajarê Sanandajê girtin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Senendajê (Sine) 2 çalakvanên hawirdoriyê hatin girtin ku jimara girtiyan bû 3 kes.

Hêzên asayîşa Îranê, çalakvanên girêdayê kampanya "Zagrosaneh"ê ku di bin sîwana wê de çalakiyan dikin, vê sibê ji wan 2 Kurdên bi navên Sabah Salehi û Saber Salehi di nav bajêr de xistin bin çav. Jimara girêdayê bi heman dezgeyê giha 3 kesan.

Berê jî kesê bi navê Rahim Salihî ku pismamê wane li ciyê kar girtibûn. Hengawê ragihand ku binçavkirina wan ji aliyê casûsên îstîxbarata Îranê de hatiye kirin.

Kampanya navborî dezgeyekî hawirdoriyêye û armanca wê ewe ku hawirdora Zagrosan bi xwezayî biparêzin û agahiyan bidin xelkê.

Ji ber xelk zêde tevlî çalakiyan dibe, ev jî çavê dewletê ditirsîne.