PeyamaKurd - Hêzên Pêşmerge planeke terorîstên DAIŞê ya nêzîkbûn û êrîşkirina çeperên li ser sînorên navçeyên Kifrî û Xurmatû têk birin.
Li gorî agahiyan, Hêzên Pêşmerge li herêma Dawde ya Germiyanê êrîşeke terorîstên DAIŞê têk birin.
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya di nav hêzên Pêşmerge de, çar terorîstên DAIŞê hewl dan ku nêzîkî çeperên Pêşmerge bibin û gule berdan.
Di raporê de tê gotin ku hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de bûn û berê hişyarî wergirtibûn, ji ber vê yekê wan tavilê û bi tundî bersiv dan, êrîş têk birin û terorîst ji herêmê reviyan.
Tê tekez kirin ku di nav hêzên Pêşmerge de tu qurbanî çênebûn û hêz ji bo hemû îhtîmalan bi tevahî amade bûn.