PeyamaKurd – Li ser rêya Dîlokê û Rihayê (Gaziantep- Şanlıurfa) 10 erebe bi sedema mijê li hev ketin û di encamê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Hat gotin ku bi sedema treylerekî şaş vegeriyaye û hem mij hebûye qeza çêbûye.
Di qezayê de 1 otobusekî, 1 treyler û 8 otomobîl li hev ketin. Parêzgehê ragihand ku qeza seet di 08.30an de çêbûye, hewa bi mij bûye, 2 kes li ciyê qezayê mirine, 10 kes birîndarin lê rewşa 2 ji wan xedar e.
Birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxanên Dîlokê û Nizîbê. Di qezayê de ajotvanê treylerê İbrahim Acen Baba (49) û kesekî di otomobîlê deyê bi navê Ali İhsan Akdağ (56) wefat kirine, 3 doktor û hemşîreyekî di nav birîndaran de hene.
Piştî xebata bi 3 seetan, karibûn aliytekî rê bo çûn û hatê vekin.