Herêma Kurdistanê bi ICMPD re peymana têgihîştinê îmze kir

Dîroka Weşanê :
Herêma Kurdistanê bi ICMPD re peymana têgihîştinê îmze kir

PeyamaKurd- Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed eşkere kir ku wan ligel Navenda Navdewletî ya Siyaseta Koçê (ICMPD) peymaneke têgihiştinê îmze kiriye û ev gav wê hevkariya wan a çend salan bibe qonaxeke nû.

Rêber Ehmed ji Viennaya paytexta Nemsayê (Awistirya) ragihand, ev peyman ji bo xurtkirina karên hevbeş ên di navbera Wezareta Navxwe û Navenda ICMPDê de hat îmzekirin.

Rêber Ehmed destnîşan kir, ev navenda navdewletî ev çend sal in li Herêma Kurdistanê bi hevahengiya ligel Navenda Hevahengiya Qeyranan (JCC) çalakiyan dike û got: "Ev navend li Herêma Kurdistanê çendîn navendên koçberiyê birêve dibin. Armanca me ji vê peymanê ew e ku em alîkariya xelkê bikin, şiyanên mirovî ava bikin û di warê perwerdehiyê de hevkariya saziyên xwe zêde bikin."

Wezîrê Navxwe eşkere kir, wî îro ligel Wezîrê Navxwe yê Nemsayê jî civîneke gelekî baş pêk aniye û li ser rewşa herêmê bi giştî û projeyên hevbeş ên her du wezaretan guftûgo kirine.

Li gorî nûçeya K24ê Serperiştiyara Navenda Navdewletî ya Siyaseta Koçê Susanne Raab jî ragihand, ew dixwazin pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê di gelek waran de pêş bixin.

Raab diyar kir, îmzekirina vê peymana têgihiştinê nîşana daxwaza her du aliyan e ji bo geşepêdana hevkariyê û got: "Îro ji bo me rojeke gelekî girîng bû ku em ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê civiyan. Em gelekî kêfxweş in ku navenda me bi awayekî meydanî li Herêma Kurdistanê kar dike û têkiliyên me gelekî xurt in."

Susanne Raab tekez kir, ev peyman dê bibe bingehek ji bo geşepêdana zêdetir a têkiliyên di navbera Vienna û Hewlêrê de di dosyeya koç û koçberiyê de.