HSDê îtîrafên endamê DAIŞê yê girtî parve kir

Dîroka Weşanê :
HSDê îtîrafên endamê DAIŞê yê girtî parve kir

PeyamaKurd – Serokê dabînkirina çek, cebilxane û teqemeniyan ê DAIŞê ku ji aliyê HSDê ve hatiye girtin, li xwe mikur hat ku beşdarî herî kêm 20 êrîşan li dijî HSD û Hêzên Ewlekariya Navxweyî bûye.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di destpêka vê mehê de daxuyaniyek weşand ku tê de îtîrafên endamekî xeternak ê DAIŞê hebûn. Li gorî daxuyaniyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî yên HSDê (TOL) di 7ê Kanûnê de li Dêra Zorê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn. Di operasyonê de, Sahir Ehmed El Xelef El Ebdullah, ku berpirsiyarê dabînkirina çek, cebilxane û mayînan ê DAIŞê bû, hate girtin. Gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Endamê DAIŞê yê girtî li xwe mikur hat ku rasterast beşdarî gelek êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne. Endamê DAIŞê ku xwe wekî ji bajarokê Hewayîc Bom Mesa li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê da nasîn, diyar kir ku ew nêzîkî du sal berê tevlî DAIŞ'ê bûye û beşdarî gelek êrîşên li dijî HSDê bûye.

Wî îtîraf kir ku beşdarî herî kêm 20 êrîşan li dijî HSD û Hêzên Ewlekariya Navxweyî bûye, êrîşî malbatên ku "zekat" (xêrxwaziya olî) nedane kiriye, telefon negirtiye da ku neyê tespîtkirin û êrîş belge kirine û ji serokên xwe re şandine.

Di îtîrafên xwe de, wî diyar kir ku wan li bajarên mezin ên wekî Dêra Zorê civîn li dar xistine, bi rêya medyaya civakî bi serokên şaneyan re têkilî danîne, û li qadê bi kesekî bi navê "Ebû Elî Muhib" ve girêdayî ne.

Endamê DAIŞê ku xwe wekî berpirsiyarê depokirina çek, cebilxane û teqemeniyan da nasîn, got ku ew dikarin bêyî nîşandana belgeyan derbasî rojavayê Firatê bibin, lê çek û teqemenî bi rêyên nepenî veguhastine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Navenda Çapemeniyê ya HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu kes ji kesên di nav DAIŞê de ji edaletê nareve û ew ê bi biryardarî çavkaniyên şaneyên terorîst zuwa bikin da ku aştiya herêmê û ewlehiya sivîlan misoger bikin.