PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞ hewl dide ji êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê sûdê werbigire û êrîşî ser girtîgehan bike.
HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, şaneyên DAIŞê çavê xwe berdane girtîgehan û got: "Çeteyên DAIŞê hewl didin sûdê ji êrişên komên Şamê û tevgerên wê yên leşkerî û gefên wê yên domdar ên li ser herêmên Bakurrojhilatê Sûriyeyê wergirin û girtîgehên ku endamên wê lê hatine ragirtin, bikin armanc."
HSDê da zanîn ku hêzên wan di rewşeke amadebaşî û hişyariyê de ne û hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin.
Hhat destnîşankirin ku niha rewş di bin kontrolê de ye û hate gotin: "Lê berdewamiya rageşiya leşkerî dibe ku bibe sedema bêîstiqrariyeke giştî. Di encamê de dê ev yek rîskeke rasteqîn li ser ewlehiya girtîgehên endamên DAIŞê tê de ne, çêke. Her wiha dê piştî salan ji bedêlên ku li hemberî terorê hatine dayîn herêmê vegerîne xala sifirê."