PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê ji bo serdana hêzên welatê xwe yên li gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê Ruben Brekelmans îro Pêncşemê 15ê Çileyê êvarê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hate pêşwazî kirin.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, di civîna di navbera Sefîn Dizeyî û Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê de behsa zêdetir girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de hat kirin.
Sefîn Dizeyî ji aliyê spasiya helwesta Hikûmeta Holandayê kir, ku di hemû qonaxan de piştgirî daye Herêma Kurdistanê, nexwasim jî di alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyan de di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.
Biryar e ku Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê di çarçoveya vê serdana xwe de serdana hêzên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê jî bike.