HSD ji Dêr Hafirê vekişiya, hêzên Ehmed Şera ketin navçeyê

Dîroka Weşanê :
HSD ji Dêr Hafirê vekişiya, hêzên Ehmed Şera ketin navçeyê

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya derbarê vekişînê de, hêzên di bin kontrola Ehmed Şera de dest bi têketina nav Dêr Hafirê kirin.

Mezlûm Ebdî duh êvarê ragihandibû ku hêzên wan dê heta saet 07:00ê sibê ji Rojavayê Firatê vekişin û derbasî Rojhilatê çem bibin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên li Şamê (HTŞ) serê sibê li gundê Humeyme yê nêzîkî navçeyê hatin bicihkirin û piştî rakirina astengiyên li ser rêyan, ji Rojava ve ketin navenda Dêr Hafirê.

Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a li Şamê ragihand ku ew bi biryara vekişînê ya HSDê dilxweş e. Ev guhertina leşkerî di heman demê de pêk hat ku Ehmed Şera biryarnameyek derbarê mafên Kurdan de îmze kiribû.