Îlham Ehmed: Hêzên Ehmed Şera li Meskeneyê peyman binpê kirin

Dîroka Weşanê :
Îlham Ehmed: Hêzên Ehmed Şera li Meskeneyê peyman binpê kirin

PeyamaKurd – Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê, hêzên di bin kontrola Ehmed Şera (HTŞ) de bi binpêkirina peymana vekişînê tawanbar kir.

Îlham Ehmedê diyar kir ku tevî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) qebûl kiribû ji rojavayê Firatê vekişe, li bajarokê Meskeneyê pevçûnên dijwar derketin.

Îlham Ehmedê li ser hesabê xwe yê "X"ê ragihand ku HSD ji bo kêmkirina rageşiyê û bi navbeynkariya navneteweyî biryara vekişînê dabû. Lê Îlham Ehmedê destnîşan kir ku hêzên li Şamê şertên peymanê cîbicî nakin û berpirsiyarê zêdebûna şer in.

Wê hişyarî da ku ev binpêkirin dikare hewldanên navneteweyî yên ji bo aştiyê têk bibe

.