Îlham Ehmed: Hikûmeta Sûriyeyê peymanên aştiyê binpê kirin û şer hilbijart

Dîroka Weşanê :
Îlham Ehmed: Hikûmeta Sûriyeyê peymanên aştiyê binpê kirin û şer hilbijart

PeyamaKurd – Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê derbarê krîza li Helebê daxuyaniyên tund dan.

Îlham Ehmedê destnîşan kir ku artêşa Sûriyeyê bi êrîşên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, "Peymana 10ê Adara 2025an" bi temamî ji holê rakiriye û li şûna diyalogê, rêya leşkerî hilbijartiye. Ehmed hişyarî da ku Nexweşxaneya Xalid Fecir bi zanebûn tê hedefgirtin û bi sedan birîndar di hundir de asê mane.

Ehmedê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo veguhestina ewle ya birîndaran tavilê bikeve nava tevgerê û pêşî li komkujiyeke gengaz bigire.