Îstîxbarata Îranê ji malekî Kurd 2 jin û zilamekî bi zorê girt û birin ciyekî nediyar

Dîroka Weşanê :
Îstîxbarata Îranê ji malekî Kurd 2 jin û zilamekî bi zorê girt û birin ciyekî nediyar

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Urmiyê hêzên îstîxbarata Îranê avêtin ser malekî Kurd ku li navça Pawehê li Bayanganê diman û 3 kesan ew bi darê zorê xistin binçav ku 2 jiwan jin in.

Li gor ragihandina Hengawê; bûyer di 18.12.2025an de ji qonaxa wan ya taybet ji Urmiyê girtine û birine ciyekî nediyar. Kesên hatine girtin, ji Pawehê ji Bayanganê Sofî Rostemî (60), jina wî ya bi navê Zeyneb Yusufpur (49) ku ji xelkê Bûkanêye û keça wan ya bi navê Şîlan Rostemî (23) ji aliyê tîmên wezareta îstîxbarata Îranê de hatine girtin.

Girtina wan seet di 17.00an de bûye û îzna wan avêtina ser malê nîne. Sedema girtina wan û ciyên ew birinê nayê zanîn.