PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawîbûna kampanyaya ku li Hewlêrê ji bo piştgiriya xwişk û birayên li Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, ragihand.
Xoşnaw ragihand, di nava 10 rojên kampanyayê de ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Navenda Hevahengiya Qeyranan a Parêzgehê ve dihat birêvebirin, 1 mîlyar û 700 mîlyon dînarê îraqî hat komkirin. Xoşnaw spasiya xelkê Hewlêrê, karsaz û dildarên ku di vê erka neteweyî û mirovî de cih girtine kir.
Di çarçoveya alîkariyan de, bi giştî 504 ton kelûpelên pêwîst bi 126 barhilgiran hatin şandin.
Di nav van alîkariyan de 325 ton xwarina hişk, 147 ton kelûpelên navmalê yên wekî betanî û doşekan û 32 ton derman û pêdiviyên tendurustiyê hene.
Parêzgarê Hewlêrê her bal kişand ser rewşa siyasî û diyar kir ku ji ber li Rojavayê Kurdistanê rêkeftina aştiyê hatiye morkirin, êdî pêdivî bi xwepêşandanan nîn e û hêvî kir ku gelê kurd li wir bigihe mafên xwe yên rewa.