Berîvan Aymaz: Serok Barzanî roleke mezin di aştiya Rojavayê Kurdistanê de leyîst

Dîroka Weşanê :
Berîvan Aymaz: Serok Barzanî roleke mezin di aştiya Rojavayê Kurdistanê de leyîst

PeyamaKurd- Şanda parlamenterên Almanyayê li Herêma Kurdistanê ye û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtina pêk tîne. Wê şande rewşa Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de jî gotûbêj bike.

Şanda parlamenterên Almanyayê bi serokatiya Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nord Ren-Westfalenê Berîvan Aymaz li Herêma Kurdistanê ye û biryara serdana gelek dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û rewşa Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de bi rayedarên Herêma Kurdistanê re nîqaş bike.

Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nord Ren-Westfalenê ya Almanyayê Berîvan Aymaz, ji K24ê re ragihand ku, Serok Barzanî roleke mezin di aştiya li Rojavayê Kurdistanê de lîstiye û Herêma Kurdistanê li deverê roleke girîng dilîze û pêşketineke mezin tomar kiriye.

Bêrîvan Aymaz got ku, Herêma Kurdistanê di çend dehsalên borî de pêşketineke berçav tomar kiriye û li Rojhilata Navîn bûye navendeke girîng.

Aymaz got: Serok Barzanî roleke dîrokî û mezin di aramkirina rewşê û çespandina aştiyê li Rojavayê Kurdistanê de lîstiye û tekez kir: Yekbûna Kurdan di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de pir girîng û yekalîker bû.

Aymaz herwiha eşkere kir: Divê ew ruhiyet û ew pêwendî parastî bin û bang li Hikûmeta Almanyayê kir ku, di demên tengavî û krîzan de piştgiriyeke xurttir bide gelê Kurd.

Bêrîvan Aymaz pêşniyar kir ku, têkiliyên di navbera Almanya û Kurdistanê de bên pêşxistin, ew jî bi rêya xebata şîrketên Almanyayî li Herêma Kurdistanê û xurtkirina lihevguhertina çandî di navbera her du aliyan de.

Berîvan Aymaz got ku, parastina wan destkeftiyên ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine berpirsiyariyeke hevpar e û diyar kir: “Xurtkirina jêrxaneya aborî û çandî dibe garantiyek ku têkiliyên Almanya û Kurdan ne tenê di çarçoveya ewlehî û leşkerî de bimînin, belkî bibin hevpariyeka stratejîk a berfireh ku xizmeta tenahiya demdirêj li deverê bike.”