PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên hevdem ên li 25 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, 125 gumanbarên endamên DAIŞê hatine girtin.
Operasyon li bajarên Bakurê Kurdistanê; li Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Erzirom, Îdir û Mereş û li gelek bajarên Tirkiyeyê Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Hatay, Mêrsînê bi koordîneyî hatin encamdan.
Yerlîkaya destnîşan kir ku têkoşîna li dijî şaneyên rêxistinê bi biryardarî berdewam dike û gumanbarên hatine girtin sewqî dozgeriyê hatine kirin.