Li 3 bajarên Kurdistanê rêyên 940 gundan ji berfê hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Li 3 bajarên Kurdistanê rêyên 940 gundan ji berfê hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarên Bakûrê Kurdistanê li Erzerom, Ardaxan û Ezirganê ji ber barîna berfê û bahozê rêyên 940 gundan hatin girtin.

Tîmên rêvebiriya taybet yên bajaran xebatê dikin ku rêyan ji berfê vekin.

Li bajarê Erzeromê 567 gund rêyên wan ji berfê hatin girtin. Şaredariya mezin bi 400 alav û 1299 xebatkaran xebatê dikin da rêyan vekin.

Li bajarê Ardaxanê rêyên 45 gundan ji berbefê hatin girtin. Li bajarê Ezirganê do bi şev berîna berfaxwurt destpêkir û heya niha rêyên 328 gundan hatiye girtin.

Li Ezirganê rêvebiriya taybet ya bajêr bi 35 alav û 92 xebatkaran dixebitin da rêyan vekin.