PeyamaKurd – Li bajarê Esedabadê yê parêzgeha Hemedanê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî xwepêşandan û grevên nerazîbûnê, ku dikevin roja xwe ya 5an, çekdarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, do êvarê herî kêm 4 Kurd girtin û birin cihên nenas.
Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Hengawê, ev kes Aryo Mursalî, Remtîn Baxşî, Parsa Rezayî û Pejman Salihî ne û xelkê gundê Çenaran Şêxo yê Esedabadê ne.
Hengawê her wiha ragihand ku li bajarê Esedabadê esnaf û dikandaran ji bo nerazîbûnê dikanên xwe girtiye û dest bi grevê kirine. Tevî ku çekdarên rejîmê bi gef û zextan hewl dane dikandaran neçar bikin ku dikanên xwe vekin jî lê grev îro jî berdewam dike.
Hengawê tekez kir ku piştî girtina van her çar ciwanan, komek ji welatiyên herêmê li ber Qereqola 11emîn a Esedabadê kom bûn û daxwaza berdana wan kir. Lê belê, hêzên hikûmetê bi guleyan bersiva xelkê da û alozî derketin.
Hengawê diyar kir ku heta niha jî derbarê cihê ku ew lê ne û rewşa tenduristiya Aryo Mursalî, Remtîn Baxşî, Parsa Rezayî û Pejman Salihî de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Lewre jî malbatên wan ji ber nebûna zanyariyan di nava fikaran de ne.