Îranê li dijî Amerîkayê serî li IAEAyê da

Dîroka Weşanê :
Îranê li dijî Amerîkayê serî li IAEAyê da

PeyamaKurd – Rejîma Îranê ji ber gefên Amerîkayê yên li ser tesîsên wê yên nukleerî, nameyeke fermî ya gilînameyê ji Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) re şand.

Nûnertiya Îranê ya li Viyanayê di nameya xwe de diyar kir ku gefên Washingtonê "rejîma bêçekkirina atomî ya cîhanî" dixe xeterê û baweriya bi saziyên navneteweyî lawaz dike. Tehranê daxwaz kir ku civaka navneteweyî li dijî van gefan derkeve.

Ev bertek piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû hat, ku tê de mijara êrîşa li ser tesîsên Îranê hatibû nîqaşkirin. Îranê destnîşan kir ku ev retorîk ewlehiya nukleerî ya navneteweyî tehdît dike.