Li Ezirganê gur ketin axwurê, 10 miyan kuştin û 10 miyan birîndar kirin

Dîroka Weşanê :
Li Ezirganê gur ketin axwurê, 10 miyan kuştin û 10 miyan birîndar kirin

PeyamaKurd – Bi barîn a berfê re ji ber gur tiştekî bixwun nabînin dadekin nava gundan û navçeyan da xwe bo xwe xwarinê peyda bikin.

Li bajarê Ezirganê li navça Otlukbeliyê gur ketin axwura mirovekî, 10 miyan kuştin û 10 miyan jî birîndar kirin.

Xwediyê heywanan dibêjin ku se (kûçik) bi xwe jî nikarin bi guran, gur êdê nema ji mirovan direvin û ewlehiya heywanên wan tine. Çara di destê xwediyên heywanan de ew e ku deriyê ajalên xwe baş asê bikin û bi roj jî bi çekan nobeta heywanan bigrin.