PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di civîna Desteya Şêwirmendiyê ya ji bo Piştgiriya Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) de, li ser geşedanên siyasî û "Peymana 10’ê Adarê" daxuyaniyên girîng dan. Ebdî ragihand, di pirsên leşkerî û birêvebirina sînoran de ligel rêveberiya Şamê pêngavên girîng hatine avêtin.
Civîna Desteya Şêwirî ya Piştgiriya Komîteya Danûtandinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro 25ê Berçileyê li bajarokl Tebqayê dest pê kir. Mezlûm Ebdî îro di civînê de destnîşan kir, wan li ser mijara tevlîkirina hêzên leşkerî bi hikûmeta Şamê re gihîştine têgihiştineke hevpar ku li gorî "berjewendiyên giştî" be.
Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de got: “Em li ser mijara yekkirina hêzên leşkerî, bi awayekî ku li gorî berjewendiyên giştî be, gihîştin têgihiştineke hevpar. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya li Sûriyeyê divê bi sîstemeke nenavendî (federal) be. Şêwazê sîstemê û beşdariya hemû pêkhateyan stûnên sereke ne. Ji bo ku em bigihîjin destûrekê ku daxwazên hemû aliyan nîşan bide, pêdivî bi diyalogên kûrtir heye. Di warê dergehên sînorî û nêrîna hevpar a li ser sînoran de pêşketin hene. Her wiha serwetên binax (neft û gaz) milkê hemû gelê Sûriyeyê ne. Em dixwazin xelkê herêmê di çarçoveyeke destûrî û qanûnî de deverên xwe bi xwe birêve bibin.”
Mezlûm Ebdî destnîşan kir, di mijarên bingehîn de nêrînên aliyan nêzî hev bûne û hêvî kir ku di dema bê de li ser hemû xalan rêkeftineke temam pêk bê.
Hêjayê gotinê ye, Mezlûm Ebdî piştî daxuyaniyên çavkaniyên ji hikûmeta Sûriyeyê yên wekî; di nêz de hevdîtineke dîrokî li Şamê pêk tê û mekanîzmaya tevlîbûna HSDê bo nava artêşa Sûriyeyê bi temamî pêk tê, ev daxuyanî da.
Hate diyarkirin ku ev pêngava lihevkirinê piştî givaş û navbeynkariya Amerîka, Brîtanya û Fransayê hatiye avêtin. Biryar e di nava du rojên bê de li ser hûrguliyên dawî yên tevlîbûna zêdetirî 90 hezar şervanên HSDê bo nava saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Sûriyeyê rêkeftinek li Şamê di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de bê îmzekirin.